Li Zongildakê hêlan pêk hat: Dayîk û kurê wê di bin ax de man, 21 kes birîndar bûn

Li Zongildaxê hêlan pêk hat, di encama hêlanê de xanîyekî yek qatî di bin axê de ma, 21 kesên ji ekîbê ku ji bona dayîk û kurê wê xelas bikin dixebitîyan di bin hêlana duyemîn de man.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, doh di seatên êvarê de li Kolana Tulumbaya Taxa Asmayê ji ber barînê hêlan pêk hat.

Xanîyekî yek qatî jî di encama hêlan û gêrbûna zinaran de xera bû. Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên AFAD, îtfaîye, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîban, ji bo dayîk û kurê wê ku di nav xanîyê de bûn xelas bikin xebat dan destpêkirin lê di dema xebatê de hêlanekî duyemîn pêk hat. Ji ekîbê 2 jê giran 21 kes birîndar bûn. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Hindir Munîr Karaloglu, derheqê hêlanê de daxuyanîyekî da. Karaloglu, diyar kir ku ji ber hêlanê xanîyekî yek qatî xera bû û perîhan Çakarê 82 salî û kurê wê Saît Çakarê 51 salî di bin axê de man.

Karaloglu, destnîşan kir ku ji ber ku rîsk heye ji xebatan re navber hat dayîn. Karaloglu, îfade kir ku li herêmê 14 xanî yên ku di bin talûkeyê de ne hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye