Li Zongildaxê cesedê dayîk û zarokê wê hatin dîtin

AFAD, daxuyand ku li Zongildaxê cesedên dayîk û kurê wê yên ku di hêlanê de di bin axê de mabûn hatin dîtin.

Doh êvarê di seat 20.00an de li Zongildaxê ji ber baranê hêlan pêk hatibû, di encama hêlanê de xanîyekî yek qatî hilweşîyabû û Perîhan Çakarê 82 salî û kurê wê Saît Çakarê 51 salî di bin xanî de mabûn.

Ji xebata lêgerîn û xelaskirinê re ji ber rîskê doh navber hatibû dayîn û di seatên serê sibehê de xebat ji nû ve dest pê kirin.

AFAD, derheqê xebatê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Li Taxa Asmaya Zongildaxa me di 9ê Kanûna sala 2023yan de xanîyekî yek qatî ji ber sedema hêlanê hilweşîyabû, du welatîyên me di bin kavilan de mabûn.

Di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de ceseda du welatîyên me hatin dîtin.

Ji welatîyên me yên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê, ji malbat û eqrebeyên wan re sersaxîyê dixwazin.

Ji hemû ekîbên xwe yên di gelek zehmetan de xebitîyan re jî ji navê gelê xwe teşekurên xwe dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin