Li Zongildaxê di kana madenê de hilweşîn pêk hat

Li navçeya Kîlîmlîya Zongildaxê di kana madenê de hilweşînek pêk hat, di encama hilweşînê de ji 2 karkerên ku di bin kavilan de mabûn yek hat xelaskirin.

Di kana madena ku li navçeya Kîlîmlîyê ye de hilweşîn pêk hat, 2 karker di bin kavilan de asê man.

Ji herêmê re ekîbên cenderme, AFAD û ekîbên Tehlîyeya Sazîya Komira Tirkîyeyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku karkerekî di encama xebatan de hat xelaskirin.

Xebata xelaskirinê ya ji bo karkerê dinê hêj didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno