Libnan gilîyê siyonîstan ji Neteweyên Yekbûyî re dike

Libnan ew ê siyonîstên ku sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kiriye ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî regilî bike.

Siyonîstên îşxalker di êrîşên asimanî yên ku li Sûrîyê kirin de sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kirin. Di daxuyanîya ku ji Serokomartîya Libnanê ve hatiye dayîn de derbarê vê mijarê de hat destnîşankirin ew ê Libnan gilîyê siyonîstên ku sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kirine ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Libnanê ve hatiye belavkirin de jî derbarê mijarê de hat diyarkirin ew îhlalên ku hatine kirin tên şermezarkirin  û fealîyetên Tel Avîvê bo herêmê tehdîd in. Di daxuyanîyê de her wisa bang li welatên herêmê hat kirin û hat xwestin ku fealîyet û êrîşên siyonîstan bên astengkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin çeteya terorê ya siyonîst heta îro zêdetirî 11 hezar caran sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kiriye û vê yekê jî didomîne.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin