Lîbya: Em bi hevkariya Tirkiyeyê lêpirsîna balafira ku hatiye xistin ji nêz ve dişopînin

Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd Dîbeybe diyar kir ku ew bi hevkariya Tirkiyeyê lêkolîna li ser qezaya balafirê ya li Enqereyê ku tê de şandeyeke leşkerî ya Lîbyayê hebû dişopînin.

Piştî gihîştina cenazeyên şandeya leşkerî ya Lîbyayî jı paytext Trablusê re, li Wezareta Parastinê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Dibeybe di merasîmê de, axivî û got, "Em piştrast dikin ku lêpirsîn bi ciddiyet û berpirsiyariyeke mezin berdewam dike, û em bi hevkariya Komara Tirkiyê ji nêz ve dişopînin."

Serokê Konseya Serokatiya Lîbyayê Mihemed el-Menfî jî di merasîmê de axivî û got, "Me ew wek mirovên dîsîplînkirî, dilsozê sondên xwe dizanibûn. Ew ne mirovên bi dengekî bilind, lê mirovên xwedî karekî saxlem bûn. Ew bi bêdengî dixebitîn, berpirsiyarî digirtin ser xwe û dilsoziya xwe ji bo Xwedê, welat û gelê xwe diparastin. Di berdêla vê de, wan ji bilî rûmeta ku aîdî Lîbyayê ne û xizmetê dikin tiştek din nexwestin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin