Lihevnekirina erdan bû sedema pevçûnê: Kesek jiyana xwe ji dest da

Li Rihayê ji ber lihevnekirina erdan di navbera du malbatan de şer derket, di şerê ku tê de çek hat bikaranîn de kesek jiyana xwe ji dest da.

Li Wêranşara Rihayê di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket. Di encama pevçûna çekdarî de kesek jiyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de 8 kes hatin binçavkirin.

Bûyer doh derdora 13.00an de li gundê Goksuya Wêranşarê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du malbatên ku naskirîyên hev bûn de ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de kesekî bi navê Basrî Turk(43) bi gulleyê çekan jiyana xwe ji dest da.

8 kesên ku tê diyarkirin tevlî bûyerê bûne hatin binçavkirin. DI lêgerîna ku li gund hat kirin de gelek zêde çek hati bidestxistin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin