Lijneya Hamasê ji bo pêvajoya agirbestê bişopînin li Misirê ye

HAMASê daxuyand ku lijneyek di bin serokatîya serokê Xezzeyê Xelîl Hayye ji bo hevdîtinên agirbestê ya li Şerîda Xezzeyê çûye Misirê.

Rejima îşxalker digel agirbesta ku di 10ê Cotmehê de hat îlankirin êrîşên xwe berdewam dike, HAMASê berîya vêya jî daxuyandibû ku ew ji agirbestan re girêdayî ne.

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku komek di bin serokatîya serokê Xezzeyê Xelîl Hayye de ji bona ku pêvajoya agirbestê gotûbej bikin çûye Qahîreya paytexta Misirê.

Li Xezzeyê di 10ê Cotmehê de agirbestek ket merîyetê, merhaleya ewil a agirbestê jî pevguhertina êsîran bû û êsîr hatin pevguhertin.

Di vê merhaleyê de dihat gotin ku ew ê rejima îşxalker êrîşên xwe bide sekinandin, ji xera zer re vekişe û ji têketina alîkarîyên însanî re îzîn bide. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin