Di hevdîtina ku li Stenbolê hat lidarxistin de Serokê Giştî yê Partiya Serweriyê Sultan Abdulqanî Qurane û lijneya pê re bi Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdullah Aslan, Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Hasan Sabaz û Suleyman Kizilçinar re hevdîtin pêk anî.
Alîkarê Serokê HUDA PARê Abdulah Aslan di daxuyaniyek nivîskî de derbarê civînê de got, "Me Birêz Sultan Abdulqanî Qurane, Damezrîner û Serokê Xisbiga Gobanimo (Partiya Serweriyê) ji Somaliyê û lijneya pê re mazûvanî kir. Di civînê de, li ser geşedanên sîyasî yên heyî yên li Somaliyê û hêviyên gel nirxandinek berfireh hat kirin. Em ji Birêz Serok û lijneya wî ya birêz re ji bo serdana wan a xweş û daweta wan a ji Somalîyê re spas dikin." (ÎLKHA)