Maduro: Berlîn, Parîs, London û Washington di komkujiya li Filistînê de hevkarên hev in

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku saziyên Neteweyên Yekbûyî hilweşiyane û got, "Li hemberî komkujiyên rojane yên li Filistînê diqewimin, ti nirxek ji saziyên NY re nemaye."

Maduro diyar kir ku "Neteweyên Yekbûyî li hember wehşetên li dijî gelê Filistînê tê kirin têrê nake", vê rewşê wekî "îflasa pergala NY" bi nav kir .

Maduro her wiha rasterast paytextên navborî sûcdar kir û got, "Hikûmetên Berlîn, Parîs, London û Washingtonê di vê komkujiyê de şirîkê vê ne . "

Serokê dewletê di axaftina xwe de şîddeta rojane ya ku rejîma sîyonîst li dijî sîvîlên li Xezzeyê û Şerîaya Rojava, digel astengiyên bejahî, hewayî û alîkariyê pêk tîne, wekî "komkujiyek bê mînak di dîrokê de" bi nav kir. Wî diyar kir ku NY û mekanîzmayên navneteweyî yên têkildar nekarîn di vê rewşê de mudaxele bikin.

Maduro got ku Venezuela dê ji bo rawestandina krîza mirovî ya li Xezzeyê bangek bilez li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê bike, û got ku ew li kêleka gelê Filistînê ne, ne tenê piştgiriya leşkerî, lê di heman demê de piştgiriya aborî û dîplomatîk jî peyda dikin.

Rêberê Venezuelayê berê îddîa kiribû ku divê li hember rewşa li Xezzeyê, ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve wekî "qirkirinê" hatiye pênasekirin, mueyîdeyên û ceza bên sepandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar