Mahmud Abbas: Bila Filistîn bibe endamê Neteweyên Yekbûyî

Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas bang kir da ku Filistînê ku di Neteweyên Yekbûyî de di statuya “çavdêr” e wek “welatê endam” bê naskirin.

Mahmud Abbasê Serokê Dewleta Filistînê  di axavtina xwe ya ku di Neteweyên Yekbûyî de banga “bo çareserîya meseleya Filistîn-îsraîl Filistînê damezrandina mekanîzmayeke pir alî û di Neteweyên Yekbûyî de naskirina Filistînê wek welatê endam.” kir.

Abbas di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev 70 sal e ku xelkê Filistînê li ser axên xwe bi xwe êş û eleman dikşîne û got “ Ez bang li welatên ku Filistînê wek dewlet nas nekirine vedixwînim da ku Filistînê wek dewlet nas bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe