Mamosteya ku minîbusê lê xist canê xwe ji dest da

Mamosteya Îngîlîzî Hatîce Taşpınar a ku li navçeya Midyada Mêrdînê dixwest ku di rê de derbasî alîyê dinê bibe, ji ber ku mînîbusê lê qelibî canê xwe ji dest da.

Qeza, doh di derdora seat 07.30an de li ser Ceddeya Nazim Hîkmet a Taxa Rezan a navçeya Midyadê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mamosteya Îngilîzî ya Lîseya Anadoluyê ya Şehîd Mehmet Saît Bariş Hatîce Taşpınar (24) dema ku dixwest ji rê derbas bibe minîbusa ku H.A. (38) diajot lê qelibî.

Li ser xeberdayînê ekîbên tenduristîyê û polîsan sewqî ji cîhê bûyerê re hatin sewqkirin.

Taşpinara ku piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê digel hemû midaxeleyên doxtoran canê xwe ji dest da.

Di bergeha lêpirsîna ku der barê qezayê de hat destpêkirin de ajokarê mînîbusê H.A. hat binçavkirin, hat hînbûn ku Taşpinar piştî karên ku hatin kirin li Taxa Yenîceya navçeya Midyadê hat definkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno