Bi tevî zêdebûna fîyeta ku şofêran û sektora lojîstîkê rasterast tesîrdar dike ve li seranserê Tirkîyeyê fîyet gihîşt astekî rekorê.
Herî dawîn ji serê lîtreyê re 4,70 Lîre zemek hat û li temamê bajarên welat fîyeta lîtreya sotemenîya dîzelê 100 Lîreyî derbas kir.
Li bajarên mezin ev fîyet diguhere, lê li ti bajarî biê 100 Lîreyî de nîne.
Fîyetên li bajarên mezin li Senbolê lî alîyê Ewrûpayê 100,40 Lîre, li alîyê Anadolîyê 100,20 Lîre, li Enqereyê 101,50 Lîre, li îzmîrê 101,80 Lîre.
Li herêmê jî mînak bajarên Dîyarbekir, Çewlig, Bêdlîs, Colemêrg, Qers, Mûş, Sêrt, Şirnex û Xarpêtê fîyet 103,20 Lîre ye. (ÎLKHA)