Mebûsê HÜDA PARê Faruk Dinç pirsgirêka perwerdehiya bi veguhastinê ya li Çinarê li meclisê ani rojevê

Parlamenterê HÜDA PARê Faruk Dinç, mijara xwendekarên li navçeya Çinarê ku ji ber pergala veguhastina xwendekaran nikarin beşdarî dibistanê bibin, anî rojeva Parlamentoyê.

Mebûs Faruk Dinç di daxuyaniya ku da de wiha got: "Mixabin hefteya borî hem li navçeya me ya Çinarê hem jî li navçeya me ya Bismilê dibistan vebûn, deh hezaran xwendekar nedikarîn biçin dibistana xwe. Bi girêdayî pergala perwerdehiya veguhastinê, ew zarokên me, ew ewladên me negihiştin dibistanên xwe. Sedem çî ye, li vir em nizanin di navbera Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û servîskaran de di pîvana teknîkî ya vê karî de çi derbas bûye. Wekî ku ji me re ragihandin, ji ber ku dê îhaleyek bê kirin û di vê îhaleyê de lênehatinek heye, ew zarokên me nedikarîn biçin dibistanên xwe."

Mebûs Dinç di berdewamiya daxuyaniya xwe de van îfadeyan bikar anî: "Lê çi dibe bibe divê ev îhale ji bo van rojan neyên hiştin, divê ev nakokî ji bo van rojan nemînin. Ne servîskar mexdûr bibin ne jî xwendekarên me mexdûr bibin. Bila kes di vê mijarê de mexdûr nebe, lê belê em dibêjin qet nebe bila xwendekarên me di dema xwe de bigehêjin dibistana xwe, perwerdehiya xwe û bigehêjin mamosteyên xwe. Ne hewce ye ku ev pirsgirêk her sal li vir bê jiyîn. Divê ev pirsgirêk di zûtirin dem de bê çareserkirin û divê ev xwendekarên me bi awayekî saxlem biçin dibistanên xwe."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

6 kes birîndar bûn
Bi hezaran zarok beşdarî bernameya 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' bûn
Bi beşdariya hezaran zarokan dawî bû
Çolig de temayê 'Heyat Namaz Raweşo' perwerdeya perwerdeye bi fînalêkî coşkîn qedîya
7 mirî, 13 birîndar