Mehdî el-Meşat: Ji bo balafirên rejima sîyonîst talûke dest pê dike

Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”

Mehdî el-Meşat: Ji bo balafirên rejima sîyonîst talûke dest pê dike

Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat, li hember êrîşdarîya rejima sîyonîst di warê hewa û behrê de tedbîrên leşkerî yên nû daxuyand.

El-Meşat diyar kir ku ew bi taybetî rêyên behr û hewa yên ku îşxalkeran li dijî Yemenê êrîşan pêk tînin wek “herêmekî bi talûke” îlan kirine û got, “Rêyên ku sîyonîstê dijmin li dijî welatên me êrîşan pêk tîne, ji bo hemû şîrketên hewa û behrê bi rîsk in. Dûrketina şîrketan a ji van rêyan ji bo ewlehîyê girîng e.”

Meşat îfade kir ku Hêzên Çekdarî yê Yemenê, xwedîyê qapasîteya hedefgirtina wesayîtên hewa yê dijmin e, ew ê van midexeleyan jî trafîka behr û hewa ya herêmê tesîrdar neke.

Mehdî el-Meşat, îfade kir ku sîstemên parastina hewayê ya Yemenê amade ye:

“Em xwedîyê qabilîyeta midexeleya balafirên sîyonîstên dijmin in. Em ê di demeke nêz de derheqê van balafiran de xeberên kêfxweş ji gelê xwe re parve bikin.”

Serokê Yemenî, diyar kir ku ew ê di demeke nêz de balafirên herbê yên rejima sîyonîst bibin hedefên sîstemên parastina hewayê, “Ew ê di demeke nêz de balafirên dijmin di warê gel de bibin meselok.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di hewa germ de bala xwe bidin sedemên xwînrijandina ji pozê!
Li Êlihê Di nava heftekê de li eynê dikanê de teqîna duyemîn çêbû
Li Rihayê otomobîlek û servîsa karkeran li hev ketin: 12 birîndar
Li Sasonê otomobîl û motorsîklet li hev qewimîn
Lêgerîna ciwanê windabûyî li Çemê Dîcleyê berdewam dike