Mela Beşîr Şimşek: Werin em cejnê bi awayekî heqî îhya bikin

Cîgirê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Beşîr Şimşek diyar kir ku divê cejn li gorî cewherê xwe werin jiyîn û bang li misilmanan kir ku bi nimêj, serlêdana goristanan (qebir) û sîla-î rehîm (serlêdana xziman) cejnê îhya bikin.

"Molla Beşîr Şimşek: Bal kişand ser iqlîmê manewî yê cejnê"

Cîgirê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Beşîr Şimşek, di daxuyaniya ku ji nûçegihanê ÎLKHAyê re da de, bi dawîbûna meha Remezanê re bal kişand ser iqlîmê manewî (atmosfera dînî) yê cejnê.

"Şimşek: Em ê Remezana xwe bi cejnê tacîdar bikin"

Şimşek di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bi dawîbûna meha Remezanê û van îfadeyan bi kar anîn:

"Hemû misilmanên hêja, hemd û sena ji Xwedê re bin. Îsal jî em hatin dawiya meha pîroz a Remezanê. Înşellah me vê mehê bi awayekî herî xweş nirxand û me ji xêr û bereketa wê bi awayê herî baş sûd wergirt. Rebbê min înşellah ji bo rûmeta Remezanê, me hemûyan bike ji wan kesên ku ji qirêjiya gunehên salekê paqij bûne."

"Înşellah em ê cejna xwe tacîdar bikin"

Şimşek piştî Remezanê giringiya cejnê destnîşan kir û weha got:

"Erê, niha me Remezan qedand; lê înşellah em ê Remezana xwe bi cejnê tacîdar bikin. Wekî hûn jî dizanin, cejn rojên şahiyê ne, rojên serlêdanê ne, rojên sîla-î rehîmê ne. Cejn ew roj in ku misilman serdana hevdu dikin, halê nexweşan dipirsin û kesên xeyîdî li hev tên anîn. Cejn demên taybet in ku sîla-î rehîm bixwe tê de tê kirin."

"Şimşek: Werin em cejnê 'wekî cejnê' bijîn"

Şimşek bal kişand ser wê yekê ku cejn di demên dawî de ji wateya xwe dûr ketiye û weha axivî:

"Ji ber wê yekê, werin em vê cejnê jî mîna Remezanê bi awayê herî xweş binirxînin. Em cejnê 'wekî cejnê' bijîn. Mixabin di van demên dawî de êdî cejnên me tenê bi telefonê tên birêvebirin. Mirov êdî cejnan wekî 'rojên xewê' dibînin. Lê belê divê em bi vî rengî nekin."

"Em bi nimêjê dest bi sibeya cejnê bikin"

Şimşek li ser çawaniya nirxandina cejnê şîretên xwe wiha rêz kirin:

"Em bi nimêjê dest bi sibeya cejnê bikin. Piştî nimêjê, em herin serdana qebrên (goristan) xwe û ji bo miriyên xwe duayan bikin. Paşê jî di serî de dê û bavên me; em serdana mezinên xwe, xizm û cîranên xwe bikin. Em herin serdana wan da ku ew hestên wehdet, hezkirin, biratî û bihevrebûnê yên ku em herî zêde hewcedarê wan in, di nav misilmanan de xurt bibin. Bila ev cejn ji bo van hemûyan bibe wesîle."

"Cejna me pîroz be"

Şimşek di dawiya daxuyaniya xwe de bi dua û temeniyan (hêvî) weha got:

"Înşellah em bibin ji wan misilmanên ku van (şîretan) bi awayê herî xweş bi cih tînin. Xwedê Teala ji niha ve bi xêr bike. Cejna me pîroz be, bila ji bo hemû cîhana misilmanan bibe wesîleya xêran. Xwedê Teala ji we hemûyan razî bibe."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêşniyarên pisporan ji bo derbaskirina Cejna Remezanê bi tendurustî
Siyonîzm bela serê mirovahiyê ye
Xelk di mizgeftan de cih ne dît
Mesajê Eyda Remezani
Peyama Cejna Remezanê ji Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê