Melayê Mizgefta Fatîhê hat kêrkirin

Melayê Mizgefta Fatîhê ya Stenbolê Galîp Usta û mirovekî ji cemaeta mizgeftê, ji teref şikdarekî ve hat kêrkirin, di encamê de mela û mirov birîndar bûn.

Şikdarê bi navê O.S. yê ku piştî êrîşê revîya, ji teref endamên ewlehî yê taybet ve hat qefaltin û ji camîyê hatin derxistin.

Şikdarê ku piştî nimêjê xwest ku bikeve odeya mela û bi mela re biaxive, di wê esnê de mela û B.E. yê ku ji cemaeta camîyê ye bi kêrê birîndar kir.

Mela û B.E. yê birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Şikdar O.S. jî hat binçavkirin.

Ji teref Walîtîya Stenbolê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîya walîtîyê de weha hat gotin, “Di 08.01.2024an de, di seat derdorê 19.15an de mirovê bi navê O.S. di nav Camîya Fatîhê de siloganan avêtîye û di nav camîyê de bêhizûrîyê derxistîye. Melayê Camîya Fatîhê Galîp Usta jî wê mirovê derxistîye derve. O.S. di vê demê de Galîp Usta û Bîlal Erdemê bi kêrê birîndar kirîye. Mirov dûre ji teref endamên ewlehîyê ve hatîye qefaltin û hatîye binçavkirin. Galîp Usta û Bîlal Erdem jî piştî bûyerê bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatine rakirin û rewşa wan baş e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin