Mele Abidin Er: Sîla-î rehîm ne tenê di rojanên cejnê de, berpirsiyariyeke herdemî ye

Îmam-Xetîb Abîdîn Er, bal kişand ser giringiya serlêdana xziman (sîla-î rehîm) di Îslamê de û weha got: "Ku niha misilman parçe-parçe bûne û pêwendiya wan bi hev re nemaye; ev ji ber wê yekê ye ku ew erkên xwe yên biratî û sîla-î rehîmê bi cih nayînin."

"Cejn Mizgîniya Pêxember e ji bo Ummetê"

Îmam-Xetîb Abîdîn Er, di daxuyaniya ku ji mîkrofona ÎLKHAyê re da de, bal kişand ser giringiya sîla-î rehîmê di dînê Îslamê de. Er destnîşan kir ku serlêdana xziman ne tenê taybetî rojên cejnê ye, lê belê berpirsiyariyeke ferz e ku divê her gav were cih.

Abîdîn Er diyar kir ku cejn wekî sunetekî ji Pêxemberê me (s.a.v) ji bo ummetê mane û weha got:

"Cejn, yek ji wan mizgîniyên Pêxemberê me (eleyhîselam) e ku wî wekî sunet ji bo ummeta xwe diyar kiriye û xwestiye ku were îhyakirin. Di Îslamê de du cejn hene: Yek Cejna Remezanê, ya din jî Cejna Qurbanê ye. Hikmeta di Cejna Remezanê de ew e; rûmet û şahiya wan bawermendên ku îbadeta rojiyê bi cih anîne, nêzî Xwedê bûne û fermanên Wî girtine ser milên xwe. Ev şahî, heqê her misilmanekî ye ku Remezanê bi heqî idrak kiriye (fêm kiriye)."

"Şahî bi parvekirinê zêde dibin, xemgînî bi parvekirinê kêm dibin"

Abîdîn Er, bal kişand ser cihê sîla-î rehîmê di Îslamê de û weha got:

"Sîla-î rehîm; serlêdana xziman, bi hev re bûn, jiyîna şahî û xemgîniyê ya bi hev re ye. Bi rastî ev tiştekî wusa ye ku divê her gav hebe. Ne qaîdeyeke tenê taybetî cejnê ye. Sîla-î rehîm fermana Xwedê ye, ferz e. Xwedê Teala di Qur'ana Pîroz de ferman dike: 'Ji Xwedê bitirsin, ji Xwedê xwe biparêzin ku Ew ê her tiştî ji we bipirse û dê xzimatiyê (eqrebatî) jî ji we bipirse.' Lewma sîla-î rehîm her dem pêwîst e, lê di cejnê de hîn bêtir giringiyê qezenc dike. Şahî bi parvekirinê zêde dibin, xemgînî bi parvekirinê kêm dibin. Serlêdana dê û bav, xzimên nêzîk, lihevhatina kesên xeyîdî û pirsîna hal û melaqê hevdu, yek ji wezîfeyên herî giring ên cejnê ye. Bi vî rengî cejn wateya xwe ya rastîn dibîne."

"Peyamên li ser medyaya civakî cihê serlêdanê nagirin"

Mele Abîdîn Er destnîşan kir ku pîrozkirina cejnê ya bi riya medyaya civakî û peyaman têrê nake û weha axivî:

"Bê guman mirov dikare bi peyaman an jî li ser medyaya civakî cejna hev pîroz bike. Lê belê ev nayê wateya 'jiyîna cejnê'. Çinkî em di sunetê de mînakeke wusa dibînin: Pêxemberê me (eleyhîselam) roja cejnê derdiket derve, nimêja cejnê bi awayekî ku her kes beşdar bibe dida kirin û piştî wê dikete nav gel. Heta li gorî rîwayetan, ji wê riya ku pê de çûbû venegeriyaya, bi riyeke din vedegeriyaya malê.

"Divê em cejnê 'bijîn' da ku izzeta me vegere"

Er, destnîşan kir ku sedema sereke ya qutbûna navbera misilmanan piştguhkirina sîla-î rehîmê ye û weha got:

"Ku niha misilman parçe-parçe bûne û pêwendiya wan bi hev re nemaye; ev ji ber wê yekê ye ku ew erkên xwe yên biratî û sîla-î rehîmê bi cih nayînin û loma di rewşeke zelîl de ne. Xwedê Teala bila wê izzetê dîsa bide ummetê. Divê mirov cejnê bijî. Remezan jî, cejn jî ji şiara (nîşanên) Îslamê ne. Divê em van derxin pêş û bi wî rengî bijîn û bidin jiyîn ku Xwedê ferman kiriye. Xwedê Teala bila cejnên rastîn bi hemû ummetê bide jiyîn, bextewariya rastîn nesîbî cîhana Îslamê bike û dijminên Îslamê jî qehir û perîşan bike."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Stewrê bûyereke dilsoz: Keçika biçûk di çem de xeniqî
Çewlig de Qezaya Girane: 1 Mirde, 2 Birîndarî
Azadiya îfadeyê di din piyan de ye
Welatî bi hêrs in
Li Diyarbekirê baranê bandora xwe nîşan da