Merhaleya yekem a agirbesta li Xezzeyê çi ye?

Li gorî merhaleya yekem a peymana agirbestê li Xezzeyê, ew ê leşkerên îşxalker pêşî ji cîhek diyarkirî re vekişin û dû re êsîr wê werin berdan.

Piştî plana aştiyê ya 20 maddeyî ya ku ji teref Serokê Emrîkayê Donald Trump ve hate pêşkêşkirin, mizakereyên agirbestê li Misrê bi dawî bûn û hate ragihandin ku merhaleya yekem a agirbesta li Xezzeyê hatiye pejirandin.

Li gorî daxuyaniya Trump, di mizakereyên dijwar ên li Misrê de, lijneyên HAMAS û rejîma sîyonîst li ser merhaleya yekem a plana aştîyê li hev kirin.

Merhaleya yekem ji du gavan pêk tê. Ya yekem vekişîna hêzên îşxalker ji Şerîda Xezzeyê ji bo herêma diyarkirî ye.

Gava duyem berdana herdu êsîran e. HAMASê wê 48 êsîrên siyonîst, lê rejîma siyonîst dê di navbera 1700 û 2000 de êsîrên Filistînî serbest berde.

HAMAS di daxuyaniyekê de li ser vê mijarê got, "Şerê li Xezzeyê dê bi dawî bibe. Hêzên îşxalker dê vekişin, alîkariya mirovî dê bikeve Xezzeyê û mizakereyên êsîran dê pêk were."

Mizakereyên ku li Şarm el-Şêx a Misrê bi qasî sê roj û nîvan dewam kirin, bi navbeynkariya temsîlkarê taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn, Stiv Vitkof; şêwirmendê serokkomarê Emrîkayê Cerid Kuşnır; Misir, Qeter û Tirkiyeyê hatin lidarxistin.

Li gorî vê, eger ti pirsgirêk dernekeve, artêşa îşxalker dê di nav 24 Seatan de ji Xezzeyê vekişe.

Piştî vê pêşveçûnê, heyama 72 seatan dê dest pê bike.

Tê texmînkirin ku di vê heyamê de êsîr bên berdan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket