Mescîdî Eqsa 35 roj in girtî ye: Nimêja Înê nayê kirin

Rejîma sîyonîst, şerê li dijî Komara Îslamî ya Îranê wekî behene bi kar tîne û 35 roj in Mescîda Eqsayê ji bo Misilmanan girtî ye. Îro jî li cihê pîroz nimêja înê nayê kirin.

Îşxalkerên siyonîst, şerê li Rojhilata Navîn wekî behene bi kar tînin û Mescîda Eqsayê ji bo Misilmanan girtî dihêlin.

Qedexeya ku ji 28ê Sibatê ve, dema ku pevçûnên bi Îranê re dest pê kirin, di meriyetê de ye, îro gihîştiye roja xwe ya 35emîn.

Di vê heyamê de, Misilman nekarîn li cihê pîroz nimêj bikin, û îro, nimêja înê jî li Eqsayê nehat kirin.

Ev pratîka ku îşxalkeran bi beheneya "ewlehîyê" pêşkêş kirin, ji gelek welat û derdorên navneteweyî rexş kişand.

Di daxuyaniyek hevbeş de, wezîrên derve yên welatên Ereb û Îslamî tekez kirin ku qedexeyên li ser hatina Mescîdî Eqsayê îxlalkirina hiqûqa navneteweyî û azadiya îbadetê ye.

Filistînî dibêjin ku girtina cihê pîroz tenê bi hincetên ewlehiyê nayê rewakirin.

Tê diyarkirin ku di vê pêvajoyê de, rejîma sîyonîst armanc dike ku kontrola xwe ya li ser Mescîda Eqsayê zêde bike, û qedexeyên ku bi hinceta şerê bi Îranê re têne danîn, ji bo astengkirina sîstematîk a mafê îbadetê yê Misilmanan têne bikar anîn.

Misilman û parêzvanên mafên mirovan li çaraliyê cîhanê tekez dikin ku Mizgefta Eqsa ji bo Misilmanan cihekî pîroz e, û bi tundî rexne li rayedarên îşxalker digirin ji ber ku van qedexeyan "bi hinceta şer" mayînde dikin.

Bangên navneteweyî ji bo vekirina tavilê ya Mescîda Eqsayê ji bo îbadetê zêde dibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

2 Birader Birîndar Bûn
Semedê Camiya Girebe ya Karazî vateyê fîraxî
Guterres: Rojhilata Navîn li ber şerekî mezin e
Ji bo Dîyarbekir û derdorê wê hişyariya barana zêde
Li Wanê di mezinahîya 5,2yan de erdhej çêbû