Mescîdî Eqsa 38 roj in girtî ye: Filistînî banga hevgirtinê dikin

Rejîma sîyonîst 38 roj in Mescîda Eqsayê girtî hiştiye. Filistîniyan hem li ser sehayê û hem jî li ser platformên dîjîtal daxwaza hevgirtinê kirine.

Li Qudsê, Mescîda Eqsayê ji teref rejîma sîyonîst ve 38 roj in girtî ye. Rejîm nahêle ku îbadetkar bigihîjin mizgeftê û di heman demê de dorpêçeke tund li ser bajêr ferz dike.

Komên Filistînî bang li îbadetkaran kirin ku ji xalek ku pêkan e nêzîkî Mizgefta Eqsayê nimêj bikin û li dijî biryara girtinê derkevin.

Bertekên raya giştî li ser medyaya civakî bi berfirehî belav bûn. Kampanyayên dîjîtal ên navneteweyî bi slogana "Eqsa banga alîkariyê dike" hatin organîzekirin.

Konferansa amadekariyê, ku ji teref "Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman" ve hate organîzekirin û bi rêya Zoomê ji Stenbolê hate lidarxistin, rêberên dînî û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê beşdar bûn. Beşdaran tekez kirin ku çalakiyên dîjîtal ne tenê sembolîk in, lê di heman demê de amûrek ji bo zexta navneteweyî ne.

Di çalakiyê de piştgirîya ji bo berxwedêrên Filistînî hate destnîşankirin û bal kişandin ser rewşa esîrên di girtîgehên dagirkeriya îsraîlê de ne. Komê bang li hemû bikarhênerên medyaya civakî kir ku beşdarî çalakiyê bibin û pêkanînên rejîma îşxalker eşkere bikin.

Filistînî vê berxwedana li Qudsê wekî têkoşîna parastina azadiya îbadetê û nasnameya Îslamî ya El-Eqsayê bi nav dikin. Hemû çav li ser wê yekê ne ku gelo hewldanên gel ên li ser erdê û di qada dîjîtal de dê dorpêça rejîmê bişkînin û bihêlin ku îbadet ji nû ve dest pê bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şîrê dayikê ji bo tenduristiya pitikê û pergala parastinê roleke krîtîk dilîze
Dozger cezayê muebeta giran xwest
Diyarbakır de operasyonê sılahanê bêruhsatan
Li Behra Spî erdhejek bi şîdeta 4.3 pileyî çêbû
2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn