Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Em ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê tawîzê nadin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ew piştevaniya lidarxistina hilbijartinan dikin û pêwîst e ew hilbijartin bê binpêkirinên destûrî û dîzayna pêşwext bên kirin û divê rêz li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê bê girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X” ragihand: “Di hevdîtina xwe ya li gel xanim Jeanine Plasschaert de, min tekez kir ku em piştevaniya lidarxistina hilbijartinan dikin û pêwîst e ew hilbijartin bê binpêkirinên destûrî û dîzayna pêşwext bên kirin û rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê were girtin.”

Ev yek piştî wê tê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û helwesta PDKê de duhî ragihand, ew Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) han didin ji bo diyarkirina rojekê ji bo hilbijartinên dadweane, azad û baş li Herêma Kurdistanê.

Herwiha Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski roja 31.03.2024an li ser tora civakî ya “X” nivîsiye, “Ew bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, me danûstandin li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di berjewendiya Herêma kurdistanê û welatiyên wê de kir”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê herwesa gotiye, “Pêxemetî birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf di nêzîktirîn dem de, min PDK pal da ku bi tevaya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re kar bike”.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu