Barzanî di peyameke fermî de ku bi vê minasebetê belav kiriye, ji bo gihîştina bi vê tifaqê pîrozbahî li her du alîyan kir û hêvîya xwe anî ziman ku ev lihevkirin di temînkirina daxwazên alîyên peywendîdar de “berdewam û serkeftî” be.
Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku “dîyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast û yekane ne” û bawerîya xwe ya kûr bi pêwîstîya serdestkirina zimanê fêmkirinê li ser pevçûnê nîşan da.
Her wiha Mesûd Barzanî hêvîya xwe anî ziman ku ev lihevkirin ji bo bidawîkirina serdema “êş û azaran” ku gelê Kurd li Sûrîyê tê de jîyaye bibe xaleke werçerxanê, û derî li ber serdemeke nû veke ku tê de hemû pêkhate û alîyên Sûrîyê ji aştî, azadî û aramîya mayînde mifayê wergirin. (ÎLKHA)