Mesûd Barzanî: Gelek bi tundî êrîşa tirsnokaneya şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê şermezar dikin

Mesûd Barzanîyê Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê derheqê êrîşa ku doh êvarî hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

“Gelek bi tundî êrîşa tirsnokaneya şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê şermezar dikîn”

Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de êrîşa ku hat kirin bi tundî şermezar kir û got: “Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Gelek bi tundî êrîşa tirsnokaneya şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê şermezar dikîn û ewe tawaneke dijî mirovayetiyê ye. Bi derew û têkdana nehezan jî rastî û niyeta êrîşderan nayê perdepoş kirin.Tekez jî dikîn her wekî çawa Hewlêr li beranber Holakoyên kevnar xweragir bû li beranber Holakoyên nû jî xweragir dibê û naçemê. Daxwaz ji gelê Kurdistanê jî dikim li beranber wê êrîş û gefan da xweragir bin.”

(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Halepçe Katliamı’nın üzerinden 38 yıl geçti
Avrupa Yetim Eli'nden Halepçe'de İftar
Hewlêr'de İslam'a hakarete karşı sokaklar doldu
Hewlêr uçuşlarının durdurulduğu iddialarına THY’den açıklama
Cips fabrikasında büyük yangın