Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazîya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî kir

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji bo hevdîtinên fermî gihîşt Hewlêrê. Di hevdîtina li gel Serokê PDKê Barzanî de tekez li ser girîngiya hemahengiya di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de hate kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Sûdanî li balafirgehê ji teref Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Yekemîn hevdîtina Sûdanî di vê serdanê de bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re li havîngeha wî ya li bajarê Selahedînê bû. Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Ofîsa Barzanî ve derbarê hevdîtinê de hatiye belavkirin, hatiye gotin ku her du aliyan pêşhatên sîyasî yên navçeyê nirxandin û tekezî li ser hemahengiya hevbeş ji bo derbaskirina qeyranên li seranserê welat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de yek ji rojeva civînê bû.

Tê çaverêkirin ku civîn bibe alîkar ji bo zêdekirina diyalogê li ser mijarên ku li benda çareseriyê ne li ser xeta Bexda-Hewlêrê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket