Mesûlê Xezzeyê yê HAMASê Doxtor El Hayye “Dinya li ber berxwedanê heyirî ma”

Mesûlê Xezzeyê yê HAMASê Doxtor Xelîl El Hayye beyanat da û îfade kir, “Xelkê filistînî ji demek tarîxî re şahidiyê dike. Emê ji nûv ve dest bi avakirina xezzeyê bikin.

Berpirsyarê Xezzeyê û Endamê Buraya Siyasiyê HAMASê Doxtor Xelîl El Hayye piştî lihevkirina agirbesta li Şerîda Xezzeyê pêk hat û şûnde daxuyaniyên muhîm da.

Hayye dest nîşan kir xelkê filistînî demek tarîxiya tê jiyandin jê re şahîdiyê dike û di 7ê cotmehê de tiştên hat jiyandin ji bo xelkê filistînê û berxwedanê sebeba îftîxarbûnê ye.

Hayye erê peyivî, “Tûxayên Qassamê û hemû komên berxwedanê yên dinê bi operasyonên cesaret, baqilî hemû dinya kirye heyranê xwe û pesnê qerardariya Filistîniyên Şerîaya Rojava û Qudsê da. Di mucadeleya Tofana Aqsayê de di serî de Yahya Sînwar hemû şehîdên me ji bo dozek heqdar canên xwe feda kirine. Tofana Aqsayê di doza filistînê de merhaleyek muhîma tarîxî pêk aniye û tesîra hiştiye wê her tim di heş û aqilan de bimîne. Artêşa îşxalker bi eşkere yan jî dizî negihaştiye tu hedefî. Xelkê filistînê girêdayîbûna bi pîrozbahî û axên xwe parastiye.”

Welat, sazî û hemû komên berxwedana bi sîlehên li derveyê Filistînê destek dane Xezzeyê yeko yek ji wan re teşekur kir.

Berpirsyarê Xezzeyê yê HAMASê Hayye dest nîşan kir ku wê destpê kirina pêvajoya ji nûv ve ava kirina Xezzeyê bikin û bang xelkê Filistînê kir ku ji bo tesîrên îşxalê li ser xelkê Filistînê derbas bikin di nav piştevaniyê de bin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin
Li Nisêbînê qîzeka ciwan ji qata 6an ket xwarê û giran birîndar bû
Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da