Meteorolojî hişyarî da: Germahî zêde dibe!

Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, texmînên xwe yên dawîn ên derheqê rewşa hewaya welat de agahîyan parve kir.

Li gorî daxuyanîyê, li giştîyê welat şilî wê çênebe. Li herêmên Marmara, Ege, Behra Reş û Anadolîya Rojhilatê hinek cî biewr be, li herêmên dinê jî wê ewrên sivik hebin.

Tê destnîşankirin ku di seatên serê sibe û êvarê de li bakur, nav û rojhilatê mij çêbibin. Rayedaran îfade kirin ku ew ê di van seatan de dibe ku dûrahîya dîtinê kêmtir bibe û bila ajokeran haya wan ji wan hebe.

Li alîyê rojava germahî derdikeve pişeya demsalê

Li gorî texmînên dawîn ên Meteorolojîyê, li giştîyê welat ew ê germahî zêde bibin. Li alîyê rojavaya welat germahî derkeve ser pileya demsalê, li alîyê rojhilatê jî wê di pileya demsalê de be.

Ji bo tozê jî hişyar bin!

Meteorolojî ji bo Trakya û Bakurê Egeyê jî hişyarîya tozê da. Ji welatîyan re bang kir ku bila haydar bin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin