Meteorolojîyê hişyar kir

Meterolojîyê ji bo xubara wê ji hêla Bakûrê Efrîqîya were gel hişyar kir.

Tê texmînkirin ku xubara ji Bakûrê Efrîqîyayê rabûye ji ber bayê bi hicet wê îro di saetên sibehê de bighêje rojavayê Tirkîyeyê û li rojava bandorê li ser welatîyan bike.

Li gor daxuyanîya ji teref Midûrîya Meterolojîya Giştî ya ku bi nivîskî hat belavkirin hat îfadekirin ku ji ber toz û xubara ji Bakûrê Efrîqîyayê rabûye û ji ber zêdebûna bayê tê texmînkirin ku îro di saetên sibehê de xubarê xwe bighîne Marmara, Ege, Rojavayê Deryaya Reş û Herêma Anatolyaya Navîn (Enqere, Eskîşehîr, Çankiri, Konya), û Rojavayê Deryaya Reş dê heta êvarî bandora xwe li herêman dewam bike.  

Ji ber ku qelîta hewayê dê bike mesafeya dîtinê jî wê bikeve û di çûyîn û hatinê de wê zehmetî derkeve. Divê ajovan li hember tiştên negatîf hişyar bin.  

Li gelek deveran dê pêtiyê baranê bê dîtîn

Li gor nirxandina dawî hat îfade kirin ku: “Tê texmînkirin ku li herêma Marmara, Ege, Rojavayê Deryaya Reş, Bakûrê  Anatolyaya Navîn, bakûr û rojhilatê Edenê, qeraxên Hatay û Osmanîye û li dordora Erzerom, Qers, Erdexan û Erzînganê wê bi pêtîyê baran û girgirên ewran derbas bibe. (ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin