Roja Înê, bi deh hezaran kes li Mexrîb, Morîtanya û Yemenê li dijî polîtîkayên qirkirin û birçîbûnê yên li Xezzeyê xwepêşandanên girseyî li dar xistin. Wan daxwaza radestkirina tavilê ya alîkariyên mirovî û bidawîanîna tiştê ku rejîma sîyonîst wekî "ambargoya xwarinê" bi nav kir, kirin.
Li Mexrîbê, di çarçoveya çalakiyên ku ji hêla "Komîteya Piştgiriya Dozên Ummetê" ve hatine organîzekirin de, li 58 bajaran 90 xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşander piştî nimêja înê li bajarên wekî Taza, Ujde, Kazablanka û Agadîrê daketin kolanan, alên Filistînê hildan û dirûşmeyên piştgiriya Xezzeyê qîr kirin.
Bi sedan kes piştî nimêja înê ji bona ku piştgiriyê bidin berxwedana Xezzeyê li ber Mizgefta Mezin a li Nouakchott a paytexta Morîtanyayê kom bûn û bi alên Filistînî û Morîtanyayê meşiyan. Xwepêşandan ji hêla rêxistina nehikûmî ya bi navê Înîsiyatîfa Xwendekaran a li dijî Destwerdana sîyonîst û Parastina Dozên Mafdar ve hate birêvebirin.
Li Yemenê, bi deh hezaran kes li Meydana Sebîn a paytext Sana û li bajarên wekî Hudeyde, Saade û Îbb beşdarî meşên piştgiriyê yên bi Xezzeyê re bûn. Girseyê bi hilgirtina alên Yemenî û Filistînê, banga piştgiriyê ji bo Xezzeyê û berxwedana li dijî rejîma sîyonîst kir.
Ji bilî êrîşên qirkirinê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin, rejîma sîyonîst bi girtina hemû deriyên alîkariyê di 2yê Adara 2024an de birçîbûna li Xezzeyê kûrtir kir. Li gorî raporên navneteweyî, vê dorpêçkirinê herêm xistiye nav krîzeke xwarinê ya "felaketî".
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji destpêka êrîşan ve 208 hezar Filistînî şehîd bûne an jî birîndar bûne û zêdetirî 9 hezar kes jî winda ne. Bi deh hezaran kesên din jî bi koçberiya bi darê zorê, birçîbûn û nexweşiyan re micadeleyê didin. (ÎLKHA)