Micahîdê Qessam, dîmenên ku leşkerekî îşxalker bi “qenasê” hedef girt dîyarîyê Ensarullahê kir

Micahîdê Tûgayên Qessam, operasyona ku bi tivinga xwe ya nîşandarîyê li dar xist ji berxwedana Yemenê re dîyarî kir.

Tûgayên Qessam, li çar alîyê Xezzeyê di hemû cepheyan de operasyonên xwe yên di çarçoveya Operasyona Tofana Eqsayê de li dar dixe didomîne.

Di serê van operasyonan de operasyonên ku bi tivingên nîşandarîyê têne lidarxistin pêk tên.

Qessam, operasyonên xwe bi tivinga ku navê wî “Xûl” danîye û ew bi îmkanên xwe çêkirîye bi kar tîne.

Di vîdeoyekî ku îro hat parvekirin de hat dîtin ku micahîdekî, leşkerekî îşxalê di serê wî de lê dixê.

Micahîdê ku di vîdeoyê de dixebite ji îşxalkeran re weha dibêje, “Em ê we wek werdekan nêçîr bikin û Xezze wê ji we re bibe mezel.”

Micahîdê ku operasyonê li dar xist, operasyona xwe dîyarîyê serokê Ensarullahê berxwedana Yemenê Abdulmelîk El Hûsî kir.

Micahîd dûre vê ayetê xwend, “Dema ku te avêt te neavêtîye, feqet Xwedê avêtîye.”

????Kassam mücahidinin, Gazze Şehri'nin Tel El Hava mahallesinin güneyinde bir siyonist askeri keskin nişancı tüfeğiyle vurduğu anlar.

????Videoda konuşan Kassam mücahidi, işgalci siyonistlere, "Sizi ördek gibi avlayacağız" diyerek gerçekleştirdiği bu operasyonu Yemen'deki… pic.twitter.com/TN6Yq8to9e

— İLKHA (@ilkeHaberAjansi) March 10, 2024
(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin