Midûrê Nexweşxaneya Şîfayê: Em dimirin, lê dinya xwe ker û kor û lal dike

Şebekeya teror û îşxalê doh êvarî heta ber wextên şeveqê êrîşên hovane bir li ser nexweşxaneyên li Xazzeyê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşên hovane de bi tevahî 6 nexweşxane hatin hedefgirtin. Di çapemenîya mehelî de hat diyarkirin siyonistan di êrîşan de Nexweşxaneya Şîfayê, Nexweşxaneya Endonezyayê, Nexweşxaneya Zarokan a Nasr, Nexweşxaneya Zarokan a Rantîsî, Nexweşxaneya Zarokan a El-Avde û Nexweşxaneya Qudsê hedef girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên siyonsitan de bi dehan kesên ku zarok jî di nav de bûn şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Midûrê Nexweşxaneya Şifayê ebu seleme ku doh di hedefa terorîstan de bû derbarê rewşa dawî ya nexweşxaneyê de axivî.

Ebu selemeyê ku got ku di êrîşên dawî yên ku ji teref îşxalkeran ve hatin kirin de nexweşxane zirar dîtiye û gelek kes şehîd bû birîndar bûne, balan kişand li ser bêdengmayîna cîhanê û got: “Îşxalker bênavber nexweşxaneya ku lê birîndar û sîwîl hene bombebaran dikin, di êrîşên ku ji doh êvarî ve hatin de gelek kes şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn. Îro ji ber ku nexweşxane zirar dîtiye 39 bebekên ku bêoksîje man şehîd bûn. Wehşet tê kirin, em dimirin; lê belê dinya kerr û kor û lal e.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn