Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re, pispor li dijî zêdebûna vexwarina goştê sor û şîraniyê ya li ser sifreyên cejnê, welatiyan der barê xwarina hevseng de hişyar dikin. Tê diyarkirin ku xwarina goştê nû serjêkirî bêyî ku were hesandin (bêhnvedan) dibe sedema pirsgirêkên herisandinê (sindirimê); her weha tê destnîşankirin ku vexwarina zêde ya şîraniyên bi şerbet dikare rîska zêdebûna kîloyan ûwermê (ödemê) zêde bike. Pispor teqez dikin ku di pêvajoya cejnê de divê bal li ser kontrola porsiyonê hebe û çalakiya fîzîkî (liv û tevger) paşguh neyê kirin.
Pispora Diyetetîkê Tuğçe Nur Doğanay ji nûçegihanê İLKHAyê re diyar kir ku divê goştê nû serjêkirî bêyî ku were hesandin neyê xwarin û da zanîn ku şêwazên şaş ên pijandinê û vexwarina zêde dikarin bibin sedema pirsgirêkên herisandinê.
Doğanay a ku destnîşan kir xwarina bi tendurist ji hevsengiyê pêk tê, weha got: "Di her xwarina ku tê vexwarin de, baldarbûna li ser kontrola porsiyonê girîng e. Em di Cejna Qurbanê de xwarina goştê nû serjêkirî pêşniyar nakin. Divê goştê serjêkirî 24-36 saetan di sarincê de (buzdolabê de) bêt hesandin. Xwarina rasterast a goştê nû serjêkirî dikare bibe sedema kemherisînê, êşa mîdeyê, şewatîna mîdeyê û guherînên ji nişkê ve yên tansiyon û şekir."
"Divê bal bide ser şêwazên pijandina goşt"
Doğanay a ku diyar kir xwarina rasterast a goştê nû serjêkirî dibe sedema pirsgirêkên herisandinê, weha got: "Heke goşt piştî hesandinê (bêhnvedanê) bêt pijandin û xwarin dê çêtir be. Divê mirov bal bide ser şêwazên pijandina goşt. Girîng e ku goşt neşewite û di dema pijandinê de rûnê zêde (ekstra) li ser neyê zêdekirin. Divê pêşînî bêt dayîn ji şêwazên wekî pîvazkirin (izgara), li ser keroşkan (guveç) û pijandina di firinê de. Piştgiriya goşt a bi seleteyên bi rûnê zeytûnê û mezeyan, dê alîkariya herisandineke hêsantir û livûtevgera rûvîyan bike."
"Di cejnê de di vexwarina şîraniyê de pîvan girîng e"
Doğanay got: "Em wekî civak neteweyekî wisa ne ku ji xwarina cûrbecûr şîraniyan hez dikin. Di Cejna Qurbanê de, li gorî vexwarina goştê sor, zêdebûna xwarina şîraniyên bi şerbet a di nav rojê de, ji ber ku dikare girtina kaloriyê zêde bike, dibe sedema zêdebûna kîloyan. Her weha dikare pirsgirêka werimê (udemê) ava bike. Kemherisîna ku goştê sor dibe sedem, bi xwarina şîraniyê re dikare hîn bêtir zêde bibe û mirov bi pirsgirêkên herisandinê re rûbirû bimîne. Di tercîhên şîraniyê de, divê pêşînî her roj ji bo şîraniyên bi şîr be. Hewl bidin ku mafê xwe yê xwarina porsiyonekî şîranî ya rojane bi mîqdarekî kêm û bi pîvan bikar bînin. Di mêvantiyan de her şîranî û şekirê ku tê îkramkirin, di dawiya rojê de girtina kaloriyê zêde dike û dibe sedema qelewbûnê. Girîng e ku vexwarina şîraniyê bi fêkiyên demsalê bêt piştgirîkirin."
"Di cejnê de divê werzîş (egzersîz) paşguh neyê kirin"
Doğanay a ku bal kişand ser girîngiya zêdekirina livûtevgera fîzîkî di dema cejnê de, gotinên xwe weha bi dawî kir:
"Ji bo ku mirov ji ber vexwarina goştê sor bi pirsgirêkên kemherisînê û rûvîyan re rûbirû nemîne, divê di nava rojê de meşên sivik û bi tempo werin kirin; di navberên kurt de li şûna wesayîtan, divê meş bêt tercîhkirin. Li şûna asansorê bikaranîna pêlikan, dê asta werzîşa nava rojê zêde bike û alîkarî bide ku cejn bi awayekî rehettir bêt derbaskirin."