Miftîyê Ummanê ji Yemenê re piştgirîyê da: Em egîdên ku li cem heqîyê disekinin silav dikin

Miftîyê Siltantîya Ummanê Ahmed el-Xelîlî, operasyonên berxwedêrên Yemenê yên ku li dijî dilê rejima îşxalker li dar xistine wek “Zeferekî mezin” nirxand. Xelîlî, got, “Em egîdên ku li cem heqîyê disekinin silav dikin”

Şêx Ahmed el-Xelîlî miftîyê fermî yê Siltantîya Ummanê û di alema Îslamê de bi îtîdalîya xwe , encax bi sekina xwe ya zelal tê naskirin, ji operasyonên hewaya Hêzên Çekdar ê Yemenê re destekekî bi qewet da.

Xelîlî, di daxuyanîya ku da de weha got:

“Em qehremanên Yemenî yên ku di rêya parastina heqîyê de bi sedeqetî dimeşin silav dikin. Li hember zilm û zordarîyê wek tîrekî sekinîn û nuqteyên hessas ên dijmin hedef girtin, bi vêya jî ji serfirazîyekî mezin re navê xwe nivîsandin. Ev, ji bo ummetê wesîleya şanazîyê ye.”

Şêx Xelîlî, berê jî tim û tim qala nirxên hevpar ên berxwedana Xezzeyê û ummetê dikir, ji bo êrîşên rejima îşxalker a li dijî gelê Filistînê jî van gotinan gotibû:

“Cînayetên ku li Xezzeyê têne kirin, li hember wijdana hemû însanîyetê îxanetekî ye. Hemû kesên ku li hember vê zilmê bêdeng dimînin, ew ê di roja hesabê de mesulîyeta vêya bigrin ser milên xwe.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket