Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî

Li Meletîyê ji paşve li tirekî qelibî, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, li alîyê Taxa Kozlucaya navçeya Arxayê ya ser rêya Meletî-Qeyserîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 38 YD 898 ya ku di bin îdareya Mustafa Nurî Taşkanat (38) de, ji paşve li tira bi plaqeya 38 AHY 083 ya ku di bin îdareya Hakan Ozkan de bû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê mînîbûsê Mustafa Nurî Taşkanat û Saadet Taşkanata (59) ku li kêleka wî bû li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, Rukîye Sari Mermer (78) ku bi giran birîndarî ji nexweşxaneyê re hatibû rakirin jî digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Ji bona ku ji mirovên canê xwe ji dest dane re otopsî bê kirin cenazeyên wan ji morga Sazîya Tip a Edlî ya Meletîyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin