Mînîbûs û wesayît li hev qelibîn: 8 birîndar

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê mînîbûsekî rêwîyan û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Qeza, li gundê Birkê pêk hat.

Hat îfadekirin ku mînîbûsa rêwîyan û wesayîtek li hev qelibîn, di encamê de jî 8 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku ji birîndaran 3 kes hama li cîhê qezayê hatin tedawîkirin.

Xeyn ji wan 3 kesan Ş.Y.yê 50 salî û A.Y. yê 19 salî ji Nexweşxaneya Dewlet a Şemrexê re, O.B.yê 44 salî, M.D.yê 18 salî û E.O.yê 38 salî jî ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin