Mînîbûsa ku karker di nav de bûn qeza kir: 3 mirî, 12 birîndar

Li navçeya Gulnara Mêrsînê mînîbûsa ku karker di nav de bûn û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 33 KEZ 10 ya ku di bin îdareya Avnî Altinyazar de bû, li nêzê gundê Demîrozuyê bi wesayîta bi plaqeya 33 ACS 612 ya ku di bin îdareya Mustafa Cîn de bû re li hev qelibîn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên cenderme, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê, îfade kirin ku Hasan Cîn ku di nav wesayîtê de bû li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da. Şofêrê wesayîtê Mustafa Cîn, Mehmet Perçemlî û 12 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn jî birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Gulnarê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku ji birîndaran Mustafa Cîn û Mehmet Perçemkî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar