Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulibî: 2 mirî, 13 birîndar

Li Karamanê mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî, di encama qezayê de 2 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Qeza danê sibê di seet 07.00an de li 15emîn kîlometreya Rêbeja Karaman-Mêrsînê pêk hat.

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn, ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, qulipî.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiya û polîsan hatin sewqkirin cihê qezayê.

Li gor tesbîtên ewil di qezayê de 2 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karamanê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin