Minîbusek ku karkerên çandiniyê ji Rihayê dibir ket kortalê: 3 kes mirin û 18 kes birîndar bûn

Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê mînîbusek ku karkerên çandiniyê ji Rihayê ber bi Orduyê ve diçû, ji zinaran ket xwarê. Di encamê de 3 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, mînîbusek ji Rihayê diçû û karkerên çandiniyê dibir, li nêzî Geliyê Geminbeliyê li herêma Şarköy a navçeya Suşehrî ya Sêwasê kontrola xwe winda kir û ket nav geliyekê.

Piştî agahdariya qezayê, tîmên tenduristiyê, cenderme, agirkujiyê û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Raportên destpêkê nîşan didin ku sê kes mirine û 18 kesên din jî birîndar bûne, ku çar ji wan bi giranî ne.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên giştî yên navçeyên Suşehrî û Zarayê. Walîtiya Sêwasê daxuyaniyek weşand: "Em sersaxiyê ji malbatên welatiyên xwe yên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û ji welatiyên birîndar re başbûnek bilez dixwazin."

Lêpirsînek berfireh li ser qezayê dest pê kiriye.

Dengê Xana Axpar

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket