Momika ku Qurana Pîroz şewitand li Swêdê hat kuştin

Hat ragihandin ku Salman Momikayê ku li Swêdê bi şewitandina pirtûka pîroz a Mislimanan Qur'anê bû sedema hêrseke mezin û hat kuştin.

Li gor nûçeya kanala SVT TV ya Swêdî, di seatên serê sibehê de li Sodertalje ya li başûrê Stockholmê ciwanekî 38 salî bi guleya çekan hatîye dîtin.

Televîzyonê ragihand ku kesê gulebaran hatîye kirin Selman Momika ye ku Qurana Pîroz şewitandiye û ji ber birînên xwe canê xwe ji dest daye.

Diviyabû roja pêncşemê Dadgeha Stockholmê bi îddîaya "teşwîqkirina nefreta li ser bingeha neteweyê" biryarek eşkere bikira. Lê belê ji ber "teqezkirina mirina yek ji bersûcan" ragihandina biryarê hat taloqkirin.

Der barê bûyerê û nasnameya kesê kuştî de hê jî polîsan ti daxuyanî nedane. Li gor agahîyên ku ji SVTyê hatin bidestxistin, di dema ku hêzên ewlehîyê midaxeleyî lêpirsîna bûyerê kirin, gelek kes hatin binçavkirin. Li derdora avahîyê, xebatên lêgerînê dewam dikin.

Salvan Momika di sala 2018an de ji Iraqê hat Swêdê û di sala 2021ê de destûra rûniştinê ya sê salan wergirt. Di havîna 2024 de, destûra rûniştinê ya demkî ji bo salekê hate dirêj kirin. Dozgerên Swêdî Momika bi "teşwîqkirina nefreta li ser bingeha netewe" sûcdar kirin. Ew bi şewitandina Qurana Pîroz li çar cihan li Stockholmê di havîna 2023 de hate sûcdarkirin.

Di 28ê Hezîrana 2023yan de dema ku Misilmanên cîhanê Cejna Qurbanê ku yek ji cejnên dînî yên sereke ye pîroz kirin, cara ewil pirtûka pîroz a Misilmanan li meydaneke navenda Stockholmê hat şewitandin û ev di alema Îslamê de bû sedema hêrsa. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar