Mudeta qeydên pêşbirka Sîyerê hat dirêjkirin!

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Pêşbirka Sîyerê ya Weqfa Evîndarên Pêxember, dema dawî ya pêşbirka Sîyerê ya ku tê plankirin di 9ê Sibatê roja Yekşemê de bê lidarxistin, ji nû ve hat tertîpkirin.

Dema serlêdanan ku beriya niha 17ê Çile roja Înê hatibû diyarkirin, li gorî daxwazên pêşbirkan heta 3ê Sibatê roja Duşemê saet 24:00an hate dirêjkirin.

Hat diyarkirin ku namzedên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin bila bi rêya peygambersevdalilari.com qeyd bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Komîsyona Pêşbirkê ya Weqfa me, li gorî daxwazên Pêşbirka Sîyerê ku dihat plankirin 9ê Sibatê roja Yekşemê saet 11.00an de bê lidarxistin, ji nû ve nirxand, birayên me yên namzet, dema dawî ya qeydkirinê heta 3ê Sibatê roja Duşemê saet 24.00an hat dirêjkirin."

Qeyd mecbûrî ye, kirîna kitêb ne bes e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno