Namzedê nîjadperest: Em mizgeftan bişewitînin

Li Hollandayê Henk van Deunê namzedê endamê Meclîsa Şaredarîya Utrecht di bergeha sozdayîna hilbijartinê de destnîşan kir divê camî bên şewitandin.

Ew ê di 21ê Adarê de li Hollandayê hilbijartinên şaredarîyê bên kirin. Henk van Deunê namzedê endamê Meclîsa Şaredarîya Utrecht yê Partîya Azadîyê ya Geert Wîlders di bergeha sozdayîna hilbijartinê de destnîşan kir weke temamê mizgeftên li welat divê camîya mezin jî  bê ‘xerakirin û şewitandin.’

Deunê ku diyar kir ew li Hollandayê li dijî camîyan e û wisa got: “Em dixwazin ku camî bên xerakirin û şewitandin, em Îslamê wek dînekî nabînin û li Hollandayê jî naxwazin.”

Namzedê nîjadperest îddî kir ku mela li camîyan axavtinên ku di nav de nefret  hene dikin û camî jî nîzama raya giştî xera dikin ku divê camî ji ber vê yekê bên girtin.

Li Hollandayê her wisa ji teref  Partîya Demokrat a Xiristîyan ve ji parlementoyê re pêşnîyazname hat dayîn da ku ew alîkarîya pereyan a ku ji derveyî welat ji camîyan re tê dayîn bê sînorkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin