Nasuh Sevînîk: Mixabin, em hêna jî li ser 'mafê hebûna ziman' nîqaş dikin

endamê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya HUDA PARê Sevinik got “Zimanê dayikê parastina baweriyê û veguhestina nirxên mirovan di navbera nifşan deye. Ji ber vê yekê em bi dengekî bilind û zelal dibêjin: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî mirovî û îslamîye

Ji teref Serokatiya Karên Perwerdehiyê ya HUDA PARê ve li Şirnexê bi navê "Zimanê Xwe Dibijêrim / Ez Zimanê Dayikê Hilbijêrim" panelek li dar xist.

Panelîstan di bernameya ku li hola konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê hat lidarxistin de axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî, rola wî ya di perwerdehiyê de, pirsgirêkên ku ji ber înkara ziman çêdibin û têkiliya di navbera nifşan de.

Di panela ku Nurettin Tatar moderatoriya wê dikir de, Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demir li ser "Rola Entegrasyonê ya Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê", Prof. Dr. Nurullah Agitoglu li ser "Faktora Ziman di Xerîbbûna Nifşan de", û Yahya Kulter jî li ser "Rola Ziman di Avakirina Nasnameyê de" pêşkêşiyek pêşkêş kirin.

Bernameya ku bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir, axaftina vekirinê ji teref endamê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya HUDA PARê Nasuh Sevinik ve hat kirin.

"Mixabin, em hîn jî li ser 'mafê hebûna ziman' nîqaş dikin."

Sevînîk, diyar kir ku ziman ne sedema dabeşbûnê ye, lê yek ji nîşanên Xwedê ye û got, "Reng ne sedema serdestiyê ye, lê yek ji şehrezayiyên îlahî ye. Cudahî ne tehdîd in, lê amûrek dilovaniyê ne. Îslam ne têgihîştineke yekpare ye; ew li ser biratiya di nav cudahîyan de ava bûye û hişmendiyeke şaristanî dide me. Ziman yek ji mezintirîn nîmetên ku Xwedê daye mirovahiyê ye. Aqil, hişmendî û şiyana xweîfadekirinê ku mirovan ji heywanan cuda dike, tenê bi rêya ziman mimkun e. Ji ber vê yekê, zimanê dayikê ne tenê amûrek ragihandinê ye: zimanê dayikê nasname ye, zimanê dayikê bîr e, zimanê dayikê hişmendî ye. Zimanê dayikê çand e, şaristanî ye. Zimanê dayikê parastina baweriyê û veguhestina nirxên mirovan di navbera nifşan de ye. Ji ber vê yekê em bi dengekî bilind û zelal dibêjin: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî mirovî û îslamî ye!"

"Zimanê dayikê kesî parçe nake û lawaz nake; ew mirovan xurt dike"

Sevînîk tekez kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê nabe sedema dabeşbûnê wekî ku tê îddîakirin, lê berevajî vê yekê, yekîtiyê xurt dike û got, "Zimanê dayikê parçe nake û qels nake; ew xurt dike. Ew civakê parçe nake; ew aîdîyeta hevpar xurt dike. Ew talûkeyê çênake; ew baweriyê zêde dike. Naskirina mafê zimanê dayikê naskirina hebûnê ye. Qebûlkirina mafê zimanê dayikê damezrandina edaletê ye. Ji ber vê yekê, sînordarkirina mafên ziman îxlalkirina mafên mirovan e û her weha kiryarek eşkere ya zilmê ye. Ger em îro jî neçar bimînin ku li ser van mafan biaxivin, ew kiryarek eşkere ya zilmê ye li ser navê mirovahiyê."

Sevînîk wiha got, "Helwesta me wekî HUDA PAR eşkere ye: Ziman nîşana Xwedê ye. Zimanê dayikê mafek e ku Xwedê daye mirovahiyê."

Temamê axavtina Nasuh Sevînîk di vîdeoyêde ye:

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêr û jin canê xwe ji dest dan
Ji bo Nîmet Kiliç xebatên lêgerînê berdewam dikin
Li Êlihê şeva Beraetê hat pîrozkirin
Hêzên ewlehîya hindûrîn a Sûrîyeyê li Hesekeyê cîhên xwe girtin
Ger gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, biratiya me dê xurttir bibe