NATO bangî Sûrîyê kir

Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyêxwest ku destûr bê dayîn daku çavdêrvanên nevneteweyî derbasî herêma ku tê îddîakirin lê çekên kimyewî hatiye bikaranîn bibin.

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê  bang li birêveberîya Sûrîyê kir û xwast bila destûr bê dayîn daku çavdêrvanên nevneteweyî derbasî herêma ku tê îddîakirin lê çekên kimyewî hatiye bikaranîn bibin.

Stoltenberg di berdewama bangewazîya xwe de diyar kir “Em bikaranîna çekên kimyewî bi şikleke herî tund şermezar dikin. Divê mesûlên bûyerê hisabê bidin.”

Antoîno Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî derbarê mijarê de diyar kir divê em hewil bidin da ku dawî li êş û elema xelkê Sûrîyê bînin.”

Guterresê ji ber îxtîmala mudaxeleya Amerîka ya li Sûrîyê bang li 5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî kir. Guterres di banga ku kir de destnîşan kir rîsk û xetereyên rewşa heyî hene û dû re wiha got: “Nehêlin li Sûrîyê rewş ji kontrolê derkeve.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e