NATO: Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê çareser bike

Sekreterê Giştîyê NATOyê Stoltenberg derbarê operasyona Efrînê de diyar kir “ Tu welatên ku endamên NATOyê ne bi qasî Tirkîyê marûzî êrîşên terorê nebû. Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyêçareser bike.”

Jean Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê di civîna çapemenîyê ya ku li qerargaha NATOyê ya li Brukselê li dar xist de derbarê operasyona Efrînê de destnîşan kir Trikîye heftîya borî derbarê mijarê de NATOyê agahdar kiriye û dû re wiha got: “Tu welatên ku endamên NATOyê ne bi qasî Tirkîyê marûzî êrîşên terorê nebû. Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê  çareser bike.”

Ew ê îro Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê bê tertîpkirin û ew ê Wezîrê Parastinê Nureddîn Canîklî wek temsîlkarê Tirkîyê beşdarî civînê bibe. Canîklî ew ê di hevdîtina ku bê kirin de bi mewkîdaşê xwe yê Amerîkayî James Mattîs û bi Stoltenberg re hevdîtinê bike.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe