Netanyahu plana skandal îtîraf dike: Ji bo koçberiya bi zorê ya xelkê Xezzeyê hazirî

Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got, "Ger Filistînî bixwazin bimînin, dikarin bimînin, lê ger bixwazin biçin, divê bikaribin biçin. Em li ser vê mijarê bi Emrîkayê re pir nêzîk dixebitin. Em nêzîkî razîkirina hinek welatan in."

Di hevdîtina Serokê Emrîkayê Donald Trump û qaşo Serokwezîrê rejîma sîyonîst Benyamin Netanyahu li Qesra Spî de hûrgiliyên plana skandal a ji bo Xezzeyê derketin holê. Di daxuyaniyên ku di dema şîvê de hatin dayîn de, Trump û Netanyahu li xwe mikur hatin ku amadekariyên ji bo derxistina Filistîniyan ji Xezzeyê hene.

Dema Netanyahu got ku divê "mafê" Filistîniyan hebe ku li Xezzeyê bimînin an jî biçin, wî di rastiyê de hewl da ku bi van gotinan polîtîkayeke paqijkirina etnîkî ya veşartî rewa bike.

Netanyahu got, "Ger Filistînî bixwazin bimînin, ew dikarin bimînin, lê ger ew bixwazin biçin, divê ew bikaribin biçin. Em li ser vê mijarê bi Emrîkayê re pir nêzîk dixebitin. Em nêzîkî razîkirina hinek welatan in."

Ev gotinên Netanyahu eşkere kirin ku plana şandina xelkê Xezzeyê ji bo welatên din bi rastî jî di meriyetê de ye. Netanyahu her wiha îddîa kir ku divê Filistînî "ji bo pêşerojek çêtir" li welatên dinê werin bicihkirin û diyar kir ku ew bi Emrîkayê re li dewletên ku vê pêvajoyê pêk bînin digerin.

Trump got, "Em li ser rêya aştiyê li Xezzeyê ne. HAMAS jî agirbestê dixwaze."

Van daxuyaniyan eşkere kir ku hevkariya nû ya di navbera Emrîka û rejîma sîyonîst de ne tenê rawestandina pevçûnan e, lê belê planeke pir xeternaktir di meriyetê de ye ku armanc dike avahiya demografîk a Xezzeyê biguherîne.

Trump berê di gotarekê de ku di meha Sibatê de gotibû ku "Xezze dikare ji aliyê Emrîkayê ve were girtin" û Filistînîyên li wir "wê ji welatên dinê re werin şandin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar