Netenyahuyê qirker teklîfa agirbestê ya Misirê red kir

Serokweîzrê qaşo yê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahu, teklîfa agirbestê ya “2 rojan” a ji teref Serokkomarê Misirê Abdulfettah Sîsî ve hatîye pêşnîyazkirin red kir.

Medyaya rejîma sîyonîst îddîa kir ku Netenyahû, agirbesta 2 rojan a ku ji teref Serokkomarê Misirê Sîsî ve hatibû teklîfkirin, red kiriye.

Li gor îddîayê, digel gelek wezîrên rejîma sîyonîst destek danin vê teklîfê jî, Netanyahû vê teklîfa Misirê ya agirbesta demkî red kirîye.

Hat îfadekirin, digel Netenyahû wezîrê aborî ya rejima sîyonîst a şirikê hukumata îşxalê ye jî ev teklîf red kiriye.

Hat îfadekirin, Netenyahû gotîye, bila hem êrîş dewam bikin hem jî hevdîtinên agirbestê dest pê bikin.

Di xeberan de hate îfadekirin, şaxa ewlehî ya rejîma sîyonîst digel Netenyahû destekên xwe dane vê teklîfê.

Serokkomarê Misirê Sîsî gotibû, ji bo 4 esîrên rejîma sîyonîst û hinek esîrên Filistînê serbest bên berdan teklîfa agirbestê kiribû. Sîsî weha gotibû, “Di nav rojên pêş de ji bo 10 rojan agirbesta demkî û paşê bibe agirbesta mayînde wê muzakere bên destpêkirin.”

Herçiqas ev hewldanên agirbestê ji bo daketina rageşiyê tên kirin jî, redkirina teklîfê ji teref Netenyahû ve îşaret dike ku wê qirkirin û krîza însanî li ser axên Filistînê dewam bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno