Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo biryara agirbestîyê ya li Sûryeyê binirxîne komcivînek li dar xist. Di komcina konseyê de hat îfadekirin ku agirbestîya mehekê hatibû îlankirin neket sepanê û biryara kanûna bi hejmara 2401ê jî hatîye îxlalkirin û neketîye sepanê.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Alîkarîya Mirovahî Mesûl yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock, bi telekonferasnsê axivî û di warê agirbestî û alîkarîya mirovahî de Konseya Ewlehîyê agahdar kir.
Lowcock, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema çek û sîleh tên bikaranîn bedelê wê însan didin” û îfade kir ku piştî operasyona Tirkîye li Efrînê rast kir 183ê hezar û 500 kesî ji bajêr koç kirin. Karbidestê Neteweyê Yekbûyî di warê koçê de îfade kir ku kesên ji Efrînê Koç kirine çûnin Menbîc, Nûbûl, Zehra, Tel Rifat û Hesekê. Niha li bajêr dinavbera 50 û 70 hezar kes sivîl henin.
Lowcock, di berdewama agahdarkirinê de îfade kir ku xebatên Neteweyên Yekbûyî yên li Efrînê di warê alîkarîya mirovahî de dewam dike û diyar kir ku di vî warî de Tikîye jî daxwazkere û di demeke kin de bi saziyên alîkarîyê yên girêdaye bi rêxistina navneteweyî dê konvoyên alîkarîyê bêşandin Efrînê.
Li gor nûçeya VOAyê Lowcock, di derbarê rewşa dawî ya Gûtaya Rojhilat de Konseya Ewlehîyê agahdar kir. Karbidest destnîşan kir ku li Sûrî di demên dawî de qeyrana herî mezin tê jiyandin û wiha got: “Li Xûtaya Rojhilat tenê di dema agirbestê de zêdetirî 1700 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.”
Lowcock, di dawîya axaftina xw de îfade kir ku ji deverê koç dewam dikin û 80 hezar kesî koçî çolterîyên paytext Şamê kirîye.
ÎLKHA