Neteweyên Yekbûyî: Ji sisya dudê Raqqayê hatiye hilweşandin

Neteweyên Yekbûyî îfade kir ku di encama êrîşên kualîsyona bi pêşîvanîya Emerîka û yên PKK/PYDê de ji sisya dudê Raqqayê hat hilweşandin.

Mufetişên Neteweyên Yekbûyî piştî Raqqa di 17ê Cotmeha 2017an de ji IŞÎDê hat stendin cara ewil ziyaret kir. Di dema ziyaretê de mufetişên Neteweyên Yekbûyî îfade kirin ku di encama êrîşên kualîsyona bi pêşîvanîya Emerîka û yên PKK/PYDê de ji sisya dudê Raqqayê hat hilweşandin.

Dîrektorê Bernama Xida ya Dinyayê a Neteweyên Yekbûyî Jakob Kern, îfade kir ku: “Bajarê 6 meh berê ji ÎŞÎDê hatiye girtin tev hilweşîya ye.”

Hat îfade kirin ku di êrîşên asîmanî û pevçûnên din de gingeha bajêr tev hilweşîyaye û ji bo ji nû ve bingeh, dibistan, avahî û rê bên çêkirin pêwistî bi 10 mîlyon dolarî heye.

Li Raqqayê berya herba Sûrî ya Adara 2011an 200 hezar kes lê dijîyan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e