Nexweşxaneya Quds a Xezzeyê êdî nikare xizmetê bide

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Nexweşxaneya Quds a li Xezzeyê ji ber qutbûna sotemenî û ceyranê ya ku ji ber êrîşên îşxalkeran derketiye, êdî nikare xizmetê bide.

Di daxuyaniya Heyva Sor de hat ragihandin ku di hawireke ku şert û mercên mirovî yên li nexweşxaneyê nebaş in û kêmasiya hewceyên tenduristiyê, xwarin û avê heye, personelên tenduristiyê ji bona ku nexweş û birîndaran derman bikin micadeleyê dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hemû bangên navneteweyî yên ji bo alîkariya lezgîn jî ketine guhên xwe û têkilî û înterneta nexweşxaneyê qut bûye û di daxuyanîyê de weha hat gotin: “Di van êrîşan de ku ji aliyê rejîma îşxaler ve di roja pêncemîn de berdewam dikin de ti rêxistinek nikare alîkariyê bide nexweşxaneyê. Trajediya mirovî li Xezzeyê û Xezzeyê ya bakur hîn karesattir bûye ji ber ku îxşalkeran êrîşên xwe yên leşkerî li ser her du herêman zêde kirine, bi taybetî nexweşxaneyan kirine armanc, wan dorpêç kirine û wan ji xizmetê hiştine, û wan ji alîkariyê bêpar hiştine.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civaka navneteweyî û hemû welatên ku peymana Cenevreyê ya çaremîn îmze kirine, ji hilweşîna bi temamî ya pergala tenduristiyê û karesata mirovî ya li Xezzeyê berpirsyar in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye