Nêzî 100 hezar Filistînî li Mescîdî Eqsayê nimêja eşa û terewîhê kirin

Daîreya Weqfên Îslamî yên Qudsê, daxuyand ku nêzê 100 hezar mirov nimêja xwe ya eşa û terewîhên xwe li Mescîdî Eqsayê kirin.

Digel hemû tedbîrên dijwar yên leşkerên rejima sîyonîst ku ji bo Misilman nekevin nav Mescîdî hatine girtin, di roja sêzndehemîn a meha Remezanê de nêzê 100 hezar Filistînî ketin Mescîdê.

Daîreya Weqfên Îslamî yên Qudsê, “Nêzê 100 hezar mirov li hewşa Mescîdî Eqsayê nimêja eşa û terewîhan kirin. Piranîya van însanên şênîyên Qudsê ne an jî mirovên ku li axên di 1948an de hatine îşxalkirin dijîn in.”

Rejima îşxalker a sîyonîst, bi hezaran welatîyên li Şerîaya Rojavayê ji bona ku di Mescîdî Eqsayê de nimêj nekin nahêle ku bila bikevin nav Qudsê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno