Nêzîkî 20 milyon xwendekaran di heyecana qerneyan de ne

Nêzîkî 20 milyon xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ew ê îro qarneyên xwe yên notan bistînin û dest bi betlaneya havînê bikin.

Sala xwendinê ya 2024-2025an li saziyên pêşdibistan, seretayî û navîn di 9ê Îlona 2024an de dest pê kir.

Betlaneya navîn a yekem a heyamê di navbera 11-15ê Mijdarê de û betlaneya navîn a heyama duyem jî di navbera 31ê Adarê û 4ê Nîsanê de pêk hat. Heyama duyem, ku di 3yê Sibatê de dest pê kiribû, îro bi dawî dibe.

Xwendekar ew ê îro piştî zengila dawîn sala xwe ya xwendinê biqedînin.

Serlêdana îmtîhanên hevpar ên seranserê welat, ku di sala akademîk a 2023-2024an de hate destpêkirin, ji bo îmtîhanên hevpar ên Tirkî, ziman û wêjeya Tirkî û dersên matematîkê yên di polên 6 û 9an de têne lidarxistin hate berfireh kirin û îsal di polên 7 û 10an de jî hate bicîh kirin.

Îmtîhanên devkî yên ji bo wergirtina 15 hezar mamosteyên peymankar ku ew ê ji teref Wezaretê ve werin lidarxistin, wê di 23ê Hezîranê de dest pê bikin. Îmtîhan dê li 5 wîlayetan, li Enqere, Bûrsa, Erzirom, Stenbol û Qonyeyê, werin lidarxistin.

Xwendekarên pola dawî û mezûnên lîseyê dê di 21-22ê Hezîranê de heyecana Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS) biceribînin. Rûniştina yekem a YKS, Testa Jêhatîbûna Bingehîn (TYT), dê di 21ê Hezîranê de, rûniştina duyem, Testên Jêhatîbûna Meydanê (AYT), û rûniştina sêyem, Testa Zimanê Biyanî (YDT), dê di 22ê Hezîranê de werin lidarxistin.

Pêvajoyên bicihkirinê dê piştî ragihandina encamên azmûna navendî û YKS di çarçoveya Sîstema Veguhestina Lîseyê (LGS) de, ku azmûnên veguhêz ên navbera astan in, dest pê bikin.

Sala xwendinê ya 2025-2026an ew ê di 8ê Îlonê de dest pê bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar